Print this page

Fransa: Bila dorpêça li ser bajarokê Medyaya were rakirin

5:36:10 PM

RojavaNews: Berdevkê Wezareta Derve ya Fransa ragihand ku welatê wî daxwaza rakirina dorpêçê li ser Bajarokê Medaya ya Parêzgeha Gundewarên Şamê û deverên din yên dorpêçkirî dike.

Herwiha Roman Nadal, got ku Fransa daxwaza rakirina wê dorpêçê dike da ku bi awayekî lezgîn alîkarî bighin wan deverên dorpêşkirî bi taybetî Bajarokê Medaya.

Nadal tekez kir ku rewşa heyî li Medaya sedem e ku kirîza Sûriyê were çareserkirin û biryarên encûmena Navdewletî 2254 û 2258 werin bicîkirin.

Ji aliyê  xwe ve, şanderê taybet ê Berîtanya ji bo Sûriyê, Carîs Baylî, daxwaz ji Rêjîma Sûriyê kir ku dropêça li ser Meddaya were rakirin, ji ber ku li gorî wî, birçîkirina sivîlan ne şêweyekî mirovî ye, û ew jî Esed û Hevalbendên xwe ve li Sûriyê bikar tînin .