6:06:24 PM
RojavaNews:Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, Xalid Xoce, di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de bi wezîrê derve yê Çînê re, ragihand ku divê Çîn roleke girîngtir di kirîza Sûriyê de bilîze.
Xoce eşkere kir ku wan bi berpirsên Çînî re derbarê egerên despêkirina gotûbêjan bi Rêjîmê re gotûbêj kirin, herwiha rakirina dorpêçê li ser bajar û bajarokên Sûriyê ji aliyê Rêşîmê ve û bicîkirina biryara Encûmena Navdewletî 2254 a derbarê despêkirina gotûbêjan li Sûriyê û avakirina desteyeke hikumdar ya veguhêz.
Xoce tekez kir ku nabe heman sînaryoya Jenev 2 dubare bibe, ji ber vê jî divê rêjîm gavên pêbaweriyê berî her tiştî bavêje daku gotûbêj pêre despê bikin.