Print this page

Alîkariyên mirovî di seetên bê de diçin Bajarokê Medaya

6:16:40 PM

RojavaNews:Piştî ku Rêjîma Sûriyê razî bû Netewên Yekgirtî alîkariyan ji Bajarokê Medaya re bişîne, biryar e di çend se’etên bê de alîkarî bigihin Medaya.

Netewên Yekgirtî jî ragihandibû ku Rêjîmê tenê li ser 10% ji daxwazên wan ji bo rakirina dorpêçê li ser bajar û bajarokên dorpêçkirî, weke Medaya, El-Foa û Kifreya, erê kiriye.

Di derbarê rewşa Medaya de, Netewên yekgirtî ragihand ku xelkê wê derê ji birçîna re dimirin û bêtirî 400 hezar kes li 15 deverên cuda li Sûriyê di bin dorpêçê de ne.

Herwiha bijîşkekî ku ji Medaya reviyaye ragihand ku rêjîm bi têl û mayînan Medaya dorpêç kiriye û 42 kes ji nêza re mirine û hinek pelên daran û giyayê dixwen da ku bijîn.