Rojava News: Terorîstekî DAIŞê ji bajarê Reqa ya Sûriyê duh, li pêş xelekê wî bajarê dayika xwe kuşt.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, Terorîstekî DAIŞê duh, li pêş avahiya postê li bajarê Reqayê dayika xwe kuşt ji ber wê daxwaz ji kurê xwe kiribû ku dev ji DAIŞê berde û birevin derveyî bajêr, lê wî kurî dayîka xwe da girtin û kuştin.
Li gor Rewangehê, jina 40 salî ya bi navê (L. Q) ji kurê xwe re gotibû “dê hevpeymaniya navdewletî hemû çekdarên DAIŞê bikuje.”
Piştî ku kurê (L. Q) ew gotin ji dayika xwe bihîstibû, li cem berpirsên rêxistina DAIŞê gilî li dayika xwe kiribû, piştire dayika wî hat girtin.
Duh jî li pêş avahiya postê li Reqayê, wî çekdarê DAIŞê yê 20 salî, dayika xwe li pêş çavê xelkê gulebaran kir.
08:34:37