Print this page

Şam: Balafirên rejimê 68 warêlên teqîner avêtin ser 3 bajaran!

Rojava News: Balafirên şer ên Artêşa Sûriyê derdora Şamê bombebaran kirin.

Li gorî Rewangeha çavderiya mafê mirovan ya Sûriyê balafirên Suriyê dohî giranî bajarok û navçeyên derdora Şam bombebarankiriye û herî kêm 68 bermîlên teqîner avêtine ser bajarên Dareya, Miedemiya û Dûmayê.

Di encama wan bombebaranan de bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî raporta salane ya Rewangeha çavderiya mafê mirovan ya Sûriyê balefirên Artêşa Sûriyê sala 2015an bi 17 hezar û 318 bermîlên teqîner deverên cuda cuda yên Sûriyê bombebaran kirine.

Li gor heman raportê cihê herî zêde hatiye bombebarankirin Şam û derdora Şameye.