4:05:47 PM
RojavaNews: Berpirsên turkiyê ragehandin ku piştî ku duh Enqerê sîstema nû ya qedexekirna derbasbûna welatyên Suriyê bê vîze bikaranî bi sedan Surî neçarbûn vegrin Suriyê .
Berpirsekî balefirxaneyeke lubnanê ragehand ku nêzîk çarsed Surî li Beyrûtê hatin rawestandin û du keştên asmanî beref turkiyê hatin rawestandin bawayekî demkî û ew welatyên Suriyê hatin vegerandin bo Dîmeşqê .
Tanco bîlcîtiş berdevkê wezareta derve ya turkiyê 30 meha derbasbûyê ragehandibû ku ferzkirna vîzê li ser Suriyn ku derbasî Turkiyê dibin di riyên asmanî û deryayî de hat ji bo rêgirtin li koçberîyê ne yasayî .
Li turkiyê bêtir ji du melyon û dused hezar Surî hene ku ji rêjeya penaberên Suriyê ya herî mezin li Turkiyê ye û bi sedê hezaran ji penaberên Suriyê û Îraqê û efxanan Turkiyê weke xala sereke ya koçberiyê datînin ku ji wir ber bi Yunanistanê ve diçin berî ku berê xwe bidin dewleteke dî yên urupa .
Can Yusif