Print this page

Wezîrê Derve yê Qeterê bi serokê Desteya Gotûbêjan a Opozisyona Sûriyê re dicive

4:49:01 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Qeterê, Xalid El-Etiye, bi serokê Desteya gotûbêjan a Opozisyona Sûriyê, Riyad Hicab re civiya û behsa rewşa giştî ya Sûriyê û bi taybetî rewşa deverên dorpêçkirî hat kirin.

 Li gorî ajansa nûçeyan a Qeterê,di wê civînê de nûnera Qeterê di Netewên Yekgirtî de,Elya bint Ehmed bin Sêf EL Sanî, û hin berpirsên din di Wezareta Derve ya Qeterê de, beşdar bibûn.

Herwiha Etiye, ragihand ku berdewambûna danîna dorpêçê li ser deverên sivîl ji aliyê rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê ve, bi taybetî birçîkirina sivîlan, tê wateya tawanên şer û tawanên li dijî mirovatiyê.

Comerd Hemdoş