Rojava News: li Sûriyê rejîma Esed û Hizbûllaha Libnanî ev 7 meh in navçeya Madaya dorpêç kirine û Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY), 40 hezar kes bilez pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
Saziya Alîkariya Navdewletî û Rêxistina Pizîjkên Sînornenas ragihandin ku ji 1ê kanûnê ve 23 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniyê; ji miriyan 6 kes di bin temenê yek salî û 5 jî di ser temenê 60 salî de ne. Herwiha li Madaya bi hezaran sivîl pêdiviyên wan ên sereke hatine qût kirin û navçe bûye girtîgeheke servekirî.
08:48:56