Print this page

Konvoya Alîkariyên mirovî bo bajarokê Medaya îro biredikevin

Rojava News: Berdevkê NY Melissa Fleming ji BBCî re tekez kir ku; Konvoyê alîkariyê îro birêdikevin.

Biryar bû dohî  alîkarî û xwarin ji aliyê rêxistinên navdewletî ve derbasî bajarokê Medaya yê girêdayî Şamê biba, lê ew yek ji ber sedemeke hê nehatiye eşkerekirin bo îro hat paşxistin.

Rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve hêvî dikirin ku karwana yekem ji alîkariyan bigihînin wan 40 hezar welatiyên sivîl ên ku ev şeş meh in di bin dorpêça tund a hêzên Artêşa Sûriyê de ne.

Di wê derbarê de Berdevkê NY Melissa Fleming ji BBCî re tekez kir ku; Konvoyê alîkariyê îro birêdikevin, û nahêlin tû asteng derbikevin li peşiya konvoyê.

Madaya ji tebaxa par ve dibin dorbeça hêzên rejimê, û hêzên wek Hizbullah deye.