Rojava News: Roja borî di encama bombabarankirina frokeyên Rusî li Mearet El-Numan ya bi ser İdlibê hejmara qurbaniyan gihan 96 Kesan.
Berevaniya Sivîl di daxuyaniyekê de ragihand ku; Dohî di bombabarana balafirên Rûsî de gelek kes dibin xaniyê ruxiyayde mabûn piştî ku ew jî hatin derxistin hêjmara qurbaniyân derkete 96 kesan.
Li gor heman daxuyaniyê ji dema ku Rusya di qada esmanî de beşdarî şerê Sûriye buye bêtir ji 1000 kesên sivil jiyana xwe ji dest dane.