5:13:15 PM
RojavaNews: Çekdarên opozisyona Sûriyê, piştî şerûpevçûnên giran, 2 gund ji destên DAIŞê derxistin.
Li gorî jêderan, herdu gundên Kobir û El-Xirbê, ku berya mehekê ketibûn bin destên çekdarên DAIŞê, niha di destê hêzên Îslamî û turkmenî de ne.
Herwiha Rojnameya El-Heyat, hêzên ku di wî şerî de beşdar bibûn ji Hêza Turkmenan a bi navê Lîwa Sultan Murad pêk dihat û hêzên Îslamî weke; Lîwa Hemze, Feyleq El-Şam û Lîwa El-Muhtesim.
Çekdarên DAIŞê kontrolkirnia wan herdu gundên navbûrî tekez kirin û got ku Tirkiyê û Balafirên hevpeymanan piştevaniya wan hêzên li ser erdê dikirin.
Li aliyekî din jî, çalakvanan ragihandin ku balafirên Rûsî çend êrîşên esmanî li gundewarên bakurê Helebê wek Til Ecar, Kefer Enton û balafirxaneya Minixê ya leşkerî pêk anîn.
Comerd Hemdoş