Rojava News: Rewangeha Çavderiya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ku 70 barhilgirên alîkariyên mirovî, ji Şamê ber bi bajarokên Madaya, Kifreya û Fûa yên ser bi parêzgeha Idlibê ve çûn.
Hat zanîn 40 barhilgir berî niha bi çend demjimêra gihaye xelkê Madayê.
Berdewkê Netewayê yekbuyî jî îro sibehî ji ragihandinê re diyarkiribû ku “Wê alîkariya mirovî îro bighê madayê”
Rewangehê da zanîn ku ew proseya alîkariyan bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Heyva Sor a Navdewletî bûye. Ji aliyê xwe ve ajansa Sûriyê ya fermî tekez kir ku alîkarî dê îro derbasî wan bajarokan bibe.