Print this page

Balafirên Rûsî êrîşî Anjara kirin: 15 sivîl hate kuştin!

Rojava News: Balafirên Rusî êrîşî dibistaneke li devera Anjara ya bi ser Helebê kirin 12 jê zarok 15 kesên sivîl hatin kuştin.

Rawengeha Çawderiya Mafê mirovan ya Sûriyê di encama êrîşên balafirên Rûsî ya bi ser taxa Anjara de mirina 15 sivîlan ragihand ku 12 jê zarokin.

Çawderiya Mafê Mirovan  got herî kêm 20 kes jî birîndar bû ne.

Li gor daxuyaniya Çawderiya mafê mirovan; Di şer û pevçûnên giran yê li devera Anjarayê balafirên Rûsî ji hêzên rejimê re dibin alîkar.

Herweha li Helebê ji ber ku topekê isabetî devera di bin kontrola rejimê de kiriye 3 kes hatin kuştin.