Print this page

Putin: Xwedîkirin û hewandina Esed tiştekî hesane bo Rûsya

Rojava News :Serokê Rûsya Vladimir Putin di daxuyaniyekê de ragehand ku welatî wî dikare mafê penabertiyê bide Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed.

Vladimir Putin di daxuyaniyekê de bo rojnameya Bîl a Elmanî ku Îro 12 Çile tê çapkirin û belav kirin gotiye: “Xwedîkirin û hewandina Esed tiştekî hesane bo Rûsya, ji ber ji hewandina Îdward Esnodin ne zehmetire ku berî niha me ew hewand. Herwiha niha gelekî zûye em biryara vê yekê bidin.”

Encûmena Asayişa Navdewletî ku ser Neteweyên Yekbûyî ve ye, di meha dawî ji sala 2015 nexşerêyek bo çaresekirina kirîza Sûriyê daniye têde behsa pêkanîna hikûmetekê ji hemû pêkhateyên wî welatî.

Amerîka, Birîtanya, Fransa, welatên din ên Ewropî, Tirkiyê û erebistana Siûdî, daxwaz dikin ku Beşar Esed dest ji serokatiya Sûriyê berde û rola wî di çareseriya kirîza wî welatî de nebe. Beramberî vê yekê her yek ji Rûsya û Îran palpiştiya Esed dikin û piştevaniya rêjîma wî di şer û pevçûnê di welatî de dibin dikin.

Nalîn Hesen

11:20:50