Print this page

Fabyos daxwaz ji Rûsiya û Rêjîma Esed kir ku topbaranê li ser sivîlan rawestîne

Rojava News: Wezîrê derve yê Fransayê Loran Fabyos daxwaza hilanîna dorpêçê ya ku rêjîma Esed ferz kiriye li ser Medaya û rawestandina êrîşên Rusî û bombebarana çekdarên rêjîmê yên ku armanca sivîlan dikin, kir.

Fabyos ji ragihandinê re got pêwîste rêjîma Esed û Rûsiya operasiyonên xwe yên leşkerî yên ku armanca sivlan dikin rawestînin û azarên Medaya û hemû bajarên Sûriyê yên dorpêçkirî çareser bikin.

Fabyos piştî civîna xwe bi hevrêzkarê  opozisyona Sûriyê  Riyad Hicab re got nabe Esed di desyhilatê de bimîne û wê Parîs rawêjkariyê li gel encumena ewlehiyê ya navdewletî re bike ji bo fişarê li ser rêjîmê bikin ji bo bidawîhatina êrîşên xwe li ser sivîlan.

11:55:08