Print this page

Balefirên Rûsî gundewarên Helebê bombebaran dike

2:46:44 PM

RojavaNews: Di encama bombebarana  balefirên Rûsî de li gundewarên bakurê Helebê li Bajarokê Merest Elxan 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek din jî birîndar bûn.

Li gor Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan, îro balefirên Rûsî çend operasyonên asmanî li ser bajarokê Rityan, Mearest Elxan û Herdetên li bakurê Helebê pêk anîne.

Herweha Rewangeha Sûriyê ragihand, ku hejmara operasyonên ku Rûsyayê li ser navçeyên li derdora Bajarê Menbicê pêk anîne, gihştiye 15 operasyonan.

Afiya Hacî