4:58:24 PM
Rojavanews: Îro Roja Sêşemê, li Meydana Sultan Ehmed a li Bajarê Istenbolê yê Tirkiyê , teqîneke xwekujî hat encamdan û di ecncamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.
Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan, jî di wê derbarê de ew êrîş şermezar kir û got ku têgumankirin ku xwekuje wê êrîşê Sûrî be.
Herwiha Erdogan got ti welat ji Tirkiyê bêtir şerê terorê nake û tenê welatê wî temenê wê yekê dide.
Di derbarê şerê terorê de jî, Erdogan got ku Rûsya bi cidî şerê terorê nake û ew tenê ji bo avakirina dewleteke Elewiyan li Laziqiyê û derdora wê dixebite.
Li gorî Parêzgarê Istenbolê, di teqîna Istenbolê de bêtirî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kesên din jî birîndar bûn, li gorî medyaya Tirkiyê jî,xwekuja wê teqînê, jinek bû.
Herweha hat zanîn ku di nav kuştiyan de ,8 geştyarên Alman hene.