5:02:43 PM
RojavaNews: Desteya bilind a gotûbêjan dibêje ji bo despêkrina Gotûbêjan,divê Rûsya bmbebarankirinê li Sûriyê rawestîne
Serokê Desteya bilind a gotûbêjan ya Opozisyona Sûriyê, Riyad Hicab, piştî hevdîtina bi Serokê Fransa,Franswa Holand, ragihand ku heta gotûbêjên bi Rêjîma Sûriyê re li Cinevê despê bikin, divê berî her tiştî balafirên Rûsya bombebarankirinê rawestîne.
Herwiha Hicab got divê rêjîma Sûriyê jî, girtiyan serbest berde û dorpêçê li ser bajar û bajarokên Sûriyê rake.
Di derbarê amadebûna şanda opozsiyonê ji gotûbêjan re, Hicab got ku ew bi cidî li gotûbêjan dinêrin, ku tê de biryarên Encûmena Ewlekariyê ya derbarê despêkirina qunaxa veguhêz li Sûriyê li ser bingeha Cinev 1 werin bicîkirin ji bo avakirina dewleteke firehalî û şaristanî, bêyî ku ti rola Esed û hevkarên wî têde hebe.