Print this page

Rêjîma Sûriyê bajarokê Selma yê Çiyayê Kurmênc kontrol dike

4:32:47 PM

RojavaNews: Piştî şerûpevçûnên giran di navbera Rêjîma Sûriyê û çekdarên Artêşa Azad li Çiyayê Kurmênc, Rêjîmê ragihand ku çekdarên wê dest danîn ser bajarokê Selma  û girên li derdorê yên Çiyayê Kurmênc yê gundewarên Laziqiyê.

Li gorî rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, duh şerekî giran di navbera rêjîm û çekdarên Artêşa Azad de li Çiyayê Kurmênc derketibûn, ku di encamê de 3 çekdarên Artêşa Rêjîmê hatibûn kuştin.

Herwiha sibeha îro roja Çarşemê,rêjîmê bi tundî Çiyayên Kurmênc û Turkmenan li gundewarên Laziqiyê, bombebaran kirin.

Bajarokê Selma wek paytexta Çiyayê Kurmênc tê naskirin, û bêtirî 64 gund pêve girêdayî ne, ku ev çend sal in ku şerê li dijî rêjîmê li wê derê berdewam e.