5:31:58 PM
RojavaNews: Serokê Amerîka, Barak Obama, daxwaz ji Kongrêsa Amerîkî kir ku rê were vekirine ku karibin operasyonên leşkerî di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de werin bikaranîn.
Herwiha Obama, di gotara xwe de ya bi navê “ Rewşa Yekîtiyê” li Kongrêsê got ku hevpeymanan heya niha bêtirî 10 hezar êrîşên esmanî li dijî çekdarên DAIŞê bikar anîne.
Obama di derbarê şerê terorê de, bang li Kongrêsê kir ku di siyaseta derve ya “Yekîtiyê “ de bêtir girîngiyê bidin şerê DAIŞ û El-QAÎDE, û got di êrîşên esmanî yên hevpeymaniyê de gelek serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin, tevî têkbirina navendên perwerdekirinê û jêderên darayî yên wê rêxistinê.
Di derbarê kirîza Sûriyê de jî, Obama got ku welatên wî girîngî bêtir daye hewlên navdewletî yên derbarê çareserkirina kirîza sûriyê û pêkanîna aştiyê, bi rêya çareyên siyasî ku ew şer bidawî were.