Print this page

3 gorên komî li Dêrazorê hate dîtin

Rojava News: Xelkên hoza Şiaytat berî du rojan, 3 gorên Komî dîtin ku piraniya termên têde yê wê hozê ne.

Li gorî çalakvanan, gundiyên gundê Obo Hemam ku yek ji gundên hoza Şiaytat e , 3 gorên komî li wî gundî dîtin.

Heman çlakvanan dan zanîn ku di gora yekem de li nêzîkî newala Elakda 10 term hate dîtin, û di gora duyem de li Nebaaî 20 term hebûn, herweha li gora nêzîkî dibistana gund 7 term hate dîtin.

Tê zanîn ku gelek kes ji hoza Şiaytat li ser destê DAIŞê hatin kuştin û girtin.

Nalîn Hesen

09:25:26