Print this page

Dana 2 ya alîkariyan diçin Medaya

5:23:12 PM

RojavaNews: Îro roja Pêncşemê, dana diwê ya alîkariyên mirovî, ku ji 50 kamyonan pêk tê, ber bi bajarokê Medaya ve birêket.

Herwiha daneke din ji alîkariyan ber bi herdu bajarokên Şîa yên ji aliyên opozisyonê ve dorpêçkirî ye bi rê ket, ku ew jî ji 17 kamyonên alîkariyên mirovî pêk tê.

Netewên Yekgirtî jî, di derbarê rewşa Medaya de gotibû ku rewşa xelkê gelekî metirsîdar e bi tabyetî ji ber nebûna xwarin û bedbûna rewşa piraniya xelkê wê derê.

Dana yekê ji aliîkariyan roja Dûşema bûrî derbasî Medaya bibû, piştî ku rêjîma Sûriyê daxwazên Netewê Yekgirtî qebûl kirin ku ew alîkarî derbasî bajarokê Medaya bibin û lê werin belavkirin.