4:44:39 PM
RojavaNews: Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Ban Kî Moon, di kongreyeke rojnamevanî de li bargeha Netewên Yekgirtî li Newyorkê, ragihnad ku dorpêçkirina bajar û bajarokan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, tawaneke şer e.
Nûnerê Fransa li Netewên Yekgirtî, Franswa Dolater, ji aliyê xwe ve ragihand ku welatê wî û her yek ji Amerîka û Berîtanya daxwaza lidarxistina civîneke awerte ya Encûmena Ewlekariyê,derbarê bajar û bajarokên dorpêçkirî ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve, kirine.
Herwiha Dolater, got ku di wê civînê de ku îro roja Înê tê lidarxistin, armanc jê ew e ku cîhan bizanibe ku çi bi ser xelkê dorpêçkirî li Sûriyê tê, û got di heman demê de armanc ew e ku gotûbêjên Rêjîm û opozisyonê despê bikin.