5:17:37 PM
RojavaNews: Rêveberê giştî yê wezareta derve ya Îsraîlê, Dorî Gold, ragihand ku mezintirîn gef li ser aştiyê li Rojhilata Navîn, ji Îranê tê û got firehbûna destêwerdana Îranê li navçeyê, metirisiyê li ser pêşeroja welatê wî çêdike.
Herwiha Gold, di gotareke xwe de li Navenda Welson li Waşintonê, got ku Îran dixwaze Sûriyê wîlayete girêdayî wê be da ku guhertineke civakî-siyasî li Sûriyê pêk bîne.
Gold dest nîşan kir ku serkeftina Îranê di wê yekê de, wê metirsiyên cidî li ser welatê wî çêbike, bi taybetî li aliyê bakur.
Di derbarê kirîza Sûriyê de jî, Gold tekez kir ku heya gefên rasterast li ser Îsraîlê tine bin, ew xwe nakin beşek ji kirîza Sûriyê.