Print this page

Bi paraşûtan alîkariyên mirovî avêtin ser Dêrezorê

6:06:42 PM

RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku balafirên Rûsî bi paraşûtan, alîkariyên mirovî avêtin ser hin taxên rêjîmê ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve dorpêçkirî ne. 

Herwiha rewangehê da zanîn ku çend balafirên şer ên Rûsî jî di dema avêtina wan alîkariyan, paratina wê balafira ku alîkarî davêtin, dikirin.

Bêtirî salekê ye ku hin txên Dêrezorê, ku di bin kontrola rêjîmê de ne, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve dorpêçkirî ne û DAIŞ yekcarî rê nade ku alîkarî debasî wan taxan bibin.