Print this page

me 20% ji erdê xwe vegerandin

6:29:47 PM

RojavaNews:Wezîrê Derve yê Rêjîma Sûriyê, Welîd El-Muelim, ragihand ku çekdarên Artêşa rêjîmê, bi xêra êrîşên balafirên Rûsî, karîn 20% ji rûbera ku di destê çekdarên opozisyonê de bû, vegerînin.

El-Muelim, di hevdîtineke xwe bi ajanseke rûsî re, got ku encamên êrîşên balafirên rûsî li Sûriyê, ji yên Hevpeymanan, bi “deh qatan” baştir in,û ew jî vegerand li ser “karê hevbeş” yê di navbera herdu aliyan de.

Herwiha, di derbarê Jenev 3 de jî, El-Muelim got ku Siûdiyê hewl dide ku astengiyan li pêş lidarxistina wê kongreyê derxîne, ji ber vê jî ew dixwaze “şerê taifî” li Sûriyê çêbike, û got “ eger Tirkiyê,Qeter û Siûdiyê bi biryarên NY pabend bin, wê 70% ji pirgirêkên Sûriyê çareser bibin û 30ê mayî jî ew ê berya dawiya sale çareser bibe ”.