Print this page

Tirkiyê hişyariyê dide PYD ku kantoneke nû ava bike

4:21:56 PM

RojavaNews: Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê Hikûmeta Tirkiyê, Numan Qurtulmûş, ragihand ku welatê wî ti carî rê nade PYD ku kantoneke nû li rojavayê Kurdistan ava bike, û mebesta wî jê deverên di navbera Efrîn û Kobanê de wek Cerablus, Munbic, Bab, û Ezazê.

Qurtulmûş, di hevpeyvîneke xwe de bi telefizyoneke tirkî re, got ku welatê wî ne li dijî hebûna kurdan li bakurê Sûriyê ye, ku ew jî Kurdistana Sûriyê ye, û ne ji hebûna wan metirsîdar in, û ew piştevaniya mafên kurdan ji bo bidestxisina  nûnertiya xwe ya siyasî li Sûriyê, dikin.

Qurtulmûş, hişyarî da PYD ku ti jînosaydan li dijî pêkhateyên ereb û turkmenan li rojavayê Çemê feratê pêk bîne, û got heya niha hîn PYD rojavayê Çemê Feratê derbas nekiriye û ew ji Tirkiyê re xeteke sor e.