Print this page

Balafirên hevpeymanan 29 êrîşên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîn

Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê 29 êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.

Hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand ku, balafiran 18 caran li Iraqê dane û 11 caran li Sûriyê dane.

Li gorî heman daxuyaniyê ku êrîşên li Sûriyê 5 ji wan li derdora Marea hatin encamdan ku di encamê de pêgehên DAIŞê hatin wêrankirin.

Nalîn Hesen

11:23:52