Rojava News: Çekdarên DAİŞê piştî dohî ketin bajarê Dêrezorê 250 mirov kuştin û nêzîkî 400 kesan jî revandin.
Rewangeha Sûrî mafên mirovî aşkere kirîye ku, terorîstên DAİŞê doh piştî ku beşek ji Bajarê Dêrezorê devera Bixêliyê kontrol kir, bi dehan kes bidar vekirine.
Li gorî zanyarîyên Ajansa Routersê jî terorîstên DAİŞê êrîşî taxa Bexêlîyê ya bi ser Dêrezorê ku berê dibin kontrola rejima Sûriyê de bû kir, bi dehan serbazên Sûrî û malbatê wan hatine gulebarankirin.
Hatiye zanîn çekdarên Rêxistina terorîstî DAİŞê hin kes li sêdarê dane, û hin kes jî bi gulereşinê kuştine.
Herweha li gorî agahiyên Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan, terorîstên DAİŞê doh 250 kes li bajarê Dêrezorê bidar vekirine
Li gorî zanyariyên hemen rewangehê; Çekdarên DAİŞê li rojavayê Bakûrê bajar jî 400 kes desteserkirine û revandine.
Tê iddîakkirin ku çekdarên DAİŞê kesên ew kesên revandine ber bi bajarê Raqqayê ve veguhestine.
Şanaz Emin