4:49:59 PM
RojavaNews: Emîrê Dewleta Qeterê, Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî, di serdaneke xwe de ji Mosko re, bi serokê Doma ya Rûsî(Parlemanto), Sêrgî Narîşkîn, re civiya.
Emîrê Qeterê ragihand ku welatê wî pişta xwe bi Rûsya ve girêdide ku di kirîza Sûriyê de roleke berçav bilîze, û got ku welatê wî ji despêka kirîza Sûriyê ve, hewl dide ku kirîza Sûriyê bi awayekî siyasî were çareserkirin.
Serokê Doma ji aliyê xwe ve jî got ku lihevhatina Viyêna ya derbarê Sûriyê, roleke girîng di wan hewlên Navdewletî de dilîze ku kirîza wî welatî bidawî were.