Print this page

Rokêtek li dibistaneke Kilisê ket

5:04:18 PM

RojavaNews: Wîlayeta kilisê ya Kurdistana tirkiyê, ragihand ku roketeke ku ji Sûriyê ve hatibû avêtin, dibistaneke wê wîlayetê armanc kir.

Di encamê de, karmendekî wê dibistanê jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî, ku di nava wan de şagirtek heye, birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyên wî bajarî hatin veguheztin.

Herwiha serokê şaredariya kilisê jî got ku ew rokêt ku dibistana wî bajarî armanc kiriye, ji Sûriyê ve hatibû avêtin.

Li gorî jêderan jî, di heman demê ku ew dibistan hat armanckirin 2 topên hawinan li cihekî vala li Kilisê ketin, bêyî ku ti ziyanê canî û madî çêbike.