Print this page

Balafirên hevpeymanan 24 êrîşên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîn

Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê 24 êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.

Hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand ku, balafiran 21 caran li Iraqê dane û 3 caran li Sûriyê dane.

Li gorî heman daxuyaniyê ku êrîşên li Sûriyê li derdora Ên Îsa û Hesekê hatin encamdan ku di encamê de 2pêgehên DAIŞê  hatin wêrankirin.

Nalîn Hesen

09:27:51