Print this page

Dibê ku “Cenêv-3” bê paşxistin!

Rojava News: Netewên Yekbûyî (NY) radigehîne ku, ew ti vexwandinan bo civîna Cinêv3 nakin, heya lihevkirinek di navbera welatên mezin ên serperiştiya proseya aştiyê li Sûriyên dikin, çênebe.

Berdevkê NY Ferhan Heq duh di daxuyaniyekê de ragihand ku; “NY  aniha vexwandinê ji bo Cenêv-3 nakê, çavreye ku welatê mezin ku bi serpereştiya pirsgirêka Sûriyê ve radibin di nava hevûdû de rêkeftinekê çêbikin.

Herweha Heq dûr nabîne jî ku ji ber nakokiyên di navbera welatên mezin derbarê beşdarên civîna Cinêv3, dema civînê were paşxistin.

Ji aliyekî din ve, balyozê Rûsyayê li NY Vitalî Çorkin amaje bi wê yekê kir ku, nakokiyên mezin derbarê nûnerên şanda opozîsyonê di Cenêv-3 de hene.

Rûsyayê ji aliyê ve, şandek ji 15 kesan pêşniyar kiribû bo di danûstanên Cenêv-3 de wek opozîsyon beşdar bibe, di nav wan de Hevserokê PYDê Salih Mislim û endamên Encûmena Sûriyeya Demokratîk hene.

11:51:34