Rojava News: Rêxistina terorîstî DAİŞê ji 400 welatiyên ku li Dêrazorê revandibûn, ji wana 270 kes serbest berdan, lê belê dohî 50 kesên din ji deverê revandin.
Li gorî nûçeya Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê çekdarên DAIŞê duh, ji 400 welatiyên ku li bajarê Dêra Zorê yê Sûriyê revandine, 270 kes serbest berdan.
Di destpêka hefteyê de çekdarên DAIŞê dema êrîşî herêmên Dêra Zorê yên di bin kontrola rejîma Sûriyê de ne kir, 400 welatiyên sivîl revandin. Piraniya welatiyên sivîl ku hatibûn revandin, zarok û jin in.
Ji aliyekî din ve jî, Çavdêriyê raghand ku çeteyan duh jî 50 kesên din jî li Dêra Zorê revandine