Print this page

DAIŞ 270 girtî li Dêrezorê serbest berdan

4:28:13 PM

RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku çekdarên DAIŞê ji 400 girtiyên ku berya hefteyekê revandibûn, 270 ji wan serbest berdan.

Herwiha rewangehê da zanîn ku piraniya girtiyan jin û zarok bû, ku di dema êrşîa wan de li ser deverên bin kontrola hêzên rêjîmê de, ew girtibûn.

Herwiha rewangehê tekez kir ku duh çekdarên DAIŞê, di encama hilmeteke girtinê li Dêrezorê, 50 kesên din jî girtin û got girtiyên ku hîn li cem DAIŞê mane temenên wan ji 14 heya 55 salî ne û lêpirsîn bi wan re berdewam in.