4:37:09 PM
RojavaNews: Parlemntoya Japonê biryar da ku 350 milyon Dolar wek alîkarî li ser Penaberên Sûriyê û Îraqê belav bike, ku berdevka parlemantoya wî welatî ragihand ku Japonê budceya alîkariya penaberan tevlî budceya darayî ya îsla kiriye ku di Adara îsal de bidawî tê.
Herwiha wezîrê derve yê Japonê jî eşkere kir ku ew alîkariyên wê li hinder Sûriyê û Îraqê werin belav kirin, armanc jê ew e ku aramî li wan herdu welatan çêbibe, û pêdiviyên xwarin û av û xwendinê li wan deverên di bin kontrola terorîstan derdikevin, peyda bibin.
Sala bûrî Japonê bi qasî 810 milyon Dolar alkarî ji bo penaberên herdu welatên navbûrî terxan kiribû.