Print this page

Kirîza endamên şanda oposizyonê berdewam e

4:46:39 PM

RojavaNews: Desteya Bilind a Gotûbêjan a Opozisyona Sûriyê, îro di civîneke xwe de li Riyadê, endamên ku wê bi rêjîma Sûriyê re gotûbêjan bike, destnîşan kir, ku ji 17 kesan pêk tê û Emîd Es’ed Zuhbî wek serokê şandê û Corc Sebra wek cîgirê wî hatin destnîşankirin, herwiha endamê polîtbîruya Cey El-Îslam, Mihemed Elûş  di nav wê şandê de ye.

Serokê Desteya bilind, Riyad hicab, ragihand ku ew razî nabin ku gotûbêj bi 3 şandan despê bikin û got eger şanda sêyem hebe, ew ê xwe jê vekişînin.

Li aliyekî din jî, hat ragihandin ku şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê, Stîvan De Mistura, ji bo çareserkirina kirîza endamên şanda opozisyonê, 4 pêşinyar pêşkêşî girûpa kar ji bo Sûriyê kiriye û wan jî bi awayekî despêkî li ser erê kirine.

Herwiha hat eşkerekirin ku ew her 4 şandên ku De Mistura pêşinyar kirine, ji şanda Desteya Bilind, şanda opozisyona ku alîgirê rêjîm û Rûsya tê naskirin, şanda Rêjîmê û şanda çaran jî tenê weke çavdêr beşdar dibe, pêk tê.