Print this page

Dijberiya Sûriyê êrîşî firokxaneya Himêmîm dike

Rojava News: Dijberiya Sûriyê, firokxaneya Himêmîm li Laziqiyê ku wekû baregeheke leşkerî mezin tê naskirin kire armanc.

Komîteyên Hevrêziyê yên Xwecihî, îro ragehandin ku Ketîbeyên çekdar yên Dijberiya Sûriyê bi rokêtên Girad êrîşî firokxaneya Himêmîm ya Laziqiyê kirin, di encamê de jî kuştî û birîndar di nava leşkerên Rûsî yên li firokxaneyê dimînin de hene.

Firokxaneya Himêmîm ya li bajarê Laziqiyê, baregeheke leşkerî ya herî mezin e ji firokeyên Rûsyayê li Sûriyê. Rûsya jî ji wê firokxaneyê êrîşên xwe li dijî grûpên çekdar û DAIŞê dike.

11:39:09