Print this page

Rêjîmê endamên şanda gotûbêjan eşkere kir

6:53:56 PM

RojavaNews: Rojnameya “ El-Weten ” ya bi ser rêjîmê ve ragihand ku rêjîmê endamên şanda xwe ji bo gotûbêjên Jenêv 3 destnîşan kirine, ku bi serokatiya Nûnerê wê di NY de, Beşar Ceiferî pêk tê û endamin wezareta derve wek Cîgirê Wezîrê Derve, Fêsel Miqdad, wek serpereştiyar.

Herwiha, di derbarê bi navkirina Mihemed Elûş, endamê polîtbîruya Ceyş El-Îslam, weke mezinê şanda danûstandinkar a opozisyonê, Rojnameyê got ew gav han dike ku gotûbêjên Jenêv 3 bi ser nekevin.

Li aliyekî din jî, Desteya Hevrêziyê, ku bi opozisyona hinder tê naskirin, nerazîbûna xwe li ser binavkirina Elûş weke mezinê şanda danûstandinkar a opozisyonê, da nîşan.

Destnîşankirina endamên şanda danûstandinkar a rêjîmê, piştî wê yekê tê ku opozisyona Sûriyê ( Desteya Bilind a gotûbêjan) duh endamên xwe destnîşan kirin.