Print this page

Çiyayê Kurmênc… şer berdewam e

4:33:57 PM

RojavaNews: Şerûpevçûnên li Çiyayê Kurmênc di navbera çekdarên opozisyonê yên kurd li aliyekî û Rêjîma Sûriyê û milîsên Hizbulaha Lubnanî de li aliyekî din , berdewam dibin, ku balafirên Rûsî jî deverên opozisyonê bombebaran dikin û rê li ber pêşveçûna hêzên rêjîm û Hizbulaha Lubnanî vedike.

Rewangeha Sûrî jî ragihand ku ji ber wan şerûpevçûnên li derdora herdu gundên El-Xinêmiyê û El-Hor, 7 çekdarên rêjîma Sûriyê hatine kuştin, ku opozisyon hewl dide wan deverên girîng vegerîne bin kontrola xwe.

Herwiha rewangehê got ku çekdarên opozsiyonê navendên rêjîmê li bilindahiya Nebî Yûnis li bakurê Laziqiyê armanc kirin