Rojava News: Hêzên berewaniya Perava yê Yunan û Tirkî gotin “Belema penaberên ku ji bajarê Tirkiyê Dîdima bi ser Aydinê birêketin û dixwestin xwe bighînin giravê Farmakonisi ve Kalolimnos, bi sedema rewşa seqayê binavbû û 44 peanberan jiyana xwe ji dest da”
Hêzên berewaniya Peravên Yunanistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku “17 Jê zarok terme 41 penaberê di avê de xeniqîne hatin derxistin, hîn lêgerîn berdewame.”
Ji aliye xwe ve Ajansa Dagan haber jî ragihand “Hêzên Berwaniya peravên Tirkiyê yê navçeya Dîdimê terme 3 zarokê biçûk ji avê derxistine”
Hat zanîn di belema binavbuyî de jimareya herî mezin penaberê Sûri yên ku ji ber şer reviyane û dixwazin xwe bighînin welatên Ewropayê.
Li gor raporta Rêxistina Koçberan ya navnetewayî tene di sala 2015an de 3 hezar û 770 kes di derya Spî de xeniqîne.
Şanaz Emin