4:41:01 PM
RojavaNews: Hat ragihandin ku herdu wezîrên derve yên Amerîka û Rûsya, di civînekê de behsa firehirina şanda opozisyona Sûriyê ji bo beşdarbûna di Jenev 3 de kirin, ku ew jî nîşana wê yekê ye ku eger heye ku hin kesatî û aliyên nêzîkî Rûsya û rêjîmê, tevlî şanda opozisyonê bibin.
Serokwezîrê Berîtanya, David Kamîron, ji aliyê xwe ve, ragihand ku divê welatê wî hewlên xwe bi Rûsya re ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, berdewam bike, û got ji bo çareserkirina wê kirîzê, divê hemû aliyên pêwendîdar weke Rûsya, Îran û Siûdiyê, li ser çareserkirina wê kirîzê li hev bikin.
Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry,di civîneke xwe de bi wezîrê derve yê Siûdiyê re, ragihand ku wî behsa gavên despêkê yên gotûbêjên Jenev 3 bi Cûbêr re gotûbêj kirin û eşkere kir ku derfetek mezin jo bo firehkirina şanda opozsiyonê heye.