5:39:00 PM
RojavaNews: Cîgirê serokê Amerîka, Joe Biden, di kongreyeke rojnamevanî de li Enqerê, ragihand, ku welatê wî û Tirkiyê ji bo destêwerdaneke leşkerî di Sûriyê de amade ne, eger hewlên siyasî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi sernekevin.
Herwiha Biden, got ” baştir e ku çareseriya siyasî pêk were, lê eger ew nebû, wê hingê em dikarin destêwerdaneke leşkerî di Sûriyê de bikin û DAIŞê jê derxînin”
Biden tekez kir wî di civînên xwe de, behsa dayîna piştgiriyeke zêdetir ji bo wan hêzên xwecihî ( hêzên ereb ên Sune) ku ji bo herifandina rêjîma Esed şer dikin, bidin.
Serokwezîrê Tirkiyê jî, Ehmed Davutoglu, ragihand ku metirsiya PYD weke metirsiya DAIŞê ye, û divê aliyên opozisyonê yên rewa di Jenev 3 de beşdar bibin.