Print this page

Otomobîl li malbata Sûrî qelibî: 1 mirî 2 birîndar!

Rojava news: Li Tirkiyê bajarê İzmîrê  otomobîla ku ji bin kontrolê derket 2 jê zarok li 3 kesê ji penaberê Sûrî da.

Li bajarokê  Karabaxlar ya bi ser İzmîrê otomobîlek ji bin kontrola ajoker derket û li 3 kesê ku li tenişta rê dimeşiyan û penaberê Sûrî bûn qelibî.

Bi lêdana şiddeta otomobîlê Fatma Hîlal ya 68 salî firiya nav kenala avê, tevî ku bilez gihandin nexweşxaneya navçeyê jî jiyana xwe ji dest da, herdû zarokê birîndar ketine jî li hemen nexweşxaneya Karabaxlarê xistin bin kontrola tenduristî.

Hat zanîn; Herdû zarokê birîndar jî Neviyê Fatma Hîlal in. Abir Hamo 3 saliye û Lemî Hamo jî li ber singa pirka xwe 2 mehî bû.

Hat zanîn rewşa wa ya tenduristî ber bi başiyê ve diçe.

Ajokerê ku li wa qelibî reviyaye û hêzên ewlehiya deverê li plakaya wê otomobîlê digerin.

13:16:00

Şanaz Emin