Print this page

Opozisyona Sûriyê: Kerry ti pêşinyar ji bo şanda sêyem nekir

4:26:24 PM

RojavaNews: Berdevkê Desteya Bilind a Gotûbêjan a Opozisyona Sûriyê, Riyad Nehsan Axa, ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry, di civînekê de bi wan re, ku duh Roja Yekşemê hatibû lidarxistin, behsa beşdarkirina şanda sêyem di Jenev 3 de nekir.

Herwiha  got ku Kerry ji wan re gotiye ku şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê, Stîvan De Mistura, hin şêwermend ji civaka sivîl ji xwe re destnîşan kirine, û got ew jî tê wateya ku guvaşên Rûysa, di derbarê beşdarkirina şanda sêyem de, bi ser ketine.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyonê, Xalid Xoce, ji aliyê xwe ve tekez kir ku tiştekî nû bi Kerry re tine bû û tenê nameya Îran-Rûsya gihande wan.