Print this page

Tirkiye: YPG “ lîstokek ” e di destê rêjîma Sûriyê de

5:50:31 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglu, ragihand ku nabe YPG di Jenev 3 de beşdar bibin, ji ber ew lîstokek in di destê rêjîmê de, û got bila ti alî şanda opozisyonê têk nebe bi wê yekê, û eger hin alî bixwazin(ku mebesta wî Rûsya ye) bila wan tevlî şanda rêjîmê bikin.

Herwiha Çawîşoglu, di beşdarbûneke xwe de di “ Civîna gotûbêja siyasî li ser asta wezîran di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa de “ li Enqerê hatiye lidarxistin, got beşdarkirina YPG gelekî metirsîdar e. 

Çawîşoglu tekez kir ku ji bilî çareya siyasî li Sûriyê , ti çare tine ne û divê gotûbêjên Opozisyon û Rêjîmê despê bikin.