Print this page

Staffan De Mistura: Gotûbêj înê dest pê dikin

6:51:39 PM

RojavaNews: Şanderê Navdewletî  ji bo Sûriyê  Staffan De Mistura ragihand , ku dê Gotûbêjên Jenêv 3, dê  roja înê 29 . 1 . 2016  despê bikin û eger heye , ku gelek Kes ji wan gotûbêjan vekişin.

Staffan de Mistura di kongireyeke rojnemeanî de got, ku ew  guman dike ,ku ji sibe ve aliyê beşdar werin vexwendin .

Herweha  de Mistura tekez kir , ku dê Jenêv3 bê merc were li darxistin, û  Opozisyon vê yekê red dike, û li ser çûna Beşar Esed ji desthilatê, tekez dike.

De Mistura daxuyakirin ku Gotûbêjên Jenêv 3 wê li ser ragihandina agirbestê, derbaskirina alîkariyan û rewşa şer li erdê , bitir gotûbêjan li ser bikin.

Herweha De Mistura got ,ku tê gumankirin ku gotobêj 6 mehan dirêj bikin , qunaxa yekê ji 2 ta 3 hefteyan dirêj dike.