Rojava News: Li Humusa otomobîleke bombarkirî hate teqandin 11 kes mirin.
Hat zanîn li taxa Zehra ya Humusê otomobîla bombebarkirî ji dûr ve hate teqandin. Di êrîşa teqînê de 11 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku gelek kesên di êrîşê de mirine hêzên ewlehiyê yê rejima Sûriyê ne û ji wan gelek jî birîndarin.
Li taxa Zehrayê alîgirên rejimê gelek in û li wir her tim êrîşên bibombe tên kirin.
12:49:37