Print this page

Tirkiye: Em piştgiriya kurdan di Jenev 3 de dikin,lê ne PYD

4:41:37 PM

RojavaNews: Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu, careke din li hembera beşdarbûna PYD di Kongreya Jenev 3 de nerazîbûna xwe da nîşan û got em li gel wêyekê ne ku Kurd di wê kongreyê de hebin, lê ne PYD, ji ber ku bêyî kurdan ew gotûbêjbi sernakevin.

Herwiha Davutoglu got welatê wî dijatiya kurdan li Sûriyê nake bi taybetî di beşdarbûna wan di Jenev 3 de, lê ew li dijî beşdarkirina PYD ne, jiber ku li gorî wê PYD beşek ji PKK ye, û yên wê weke hevkar dibînin, tê wateyê ew rastiya navçeyê nizanin.

Wezîrê Derve yê Rûsya, Sêrgî Lavrov, ji aliyê xweve, ragihand ku dûrxistina PYD gelekî metirsîdar e û got eger ew beşdar nebe, tê wateya wê kongreyê tine ye, lê tevî vê yekê jî, ew Vîto bi karnînin.

Îro jî, Desteya gotû bêjan a opozisyonê, li Riyadê dicive da ku helwesta xwe ya dawî bistîne, bi taybetî piştî ku Amerîka guvaşên xwe li ser opozisyonê bêtir kirin.