4:49:19 PM
RojavaNews: Wezîrê Petrol û Binzemînê yê Rêjîma Sûriyê, SilêmanEbas, ragihand ku mehane 3 barhilgir ên petrolê ji Îranê digihin Sûriyê, ku ew bûn sedem ku rewşa Sûriyê di wî warî de baştir bibe.
Ebas eşkere kir ku ziyanên rêjîm di petrolê de, ji despêka kirîza Sûriyê ve, 60 milyar Dolar derbas kiriye, bi taybetî ji ber armanc kirina zeviyên petrolê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve.
Ebas tekez kir ku bihaya firotina petrolê li Sûriyê 2 qatî bêtir bûye, bi taybetî mazût di sala bûrî de bi qasî 2 qatan bilintir bibû.